”Dayikên kurd di Pride de beșdar dibin lê mêr kêm in”

8:44 min

Sal bi sal bêhtir kurd beșdarî Pride dibin û zanebûna derbarê mafê kesên HBTQ bêhtir belav dibe, li gor Gurgîn Bakircioglu yê di neh salan de grûpa kurdan a bi navê ”kurdiska HBTQ-vänner i Pride paraden” bi rêve dibe.

Di vê heftiyê de Stockholm Pride bi rengên keskesorê temamê paytextê xemilaniye. Di vê heftiyê de giranî têne danîn ser maf û pirsên kesên homoseksuel, biseksuel, transseksuel û queer yên bi kesên HBTQ têne binavkirin.

Gurgîn Bakircioglu di neh salan de karê beșdariya grûpa kurdan ya dostên kesên-HBTQ di Stockholm Pride de, daniye ser milê xwe.

Ew pirsa kesên HBTQ beșekî giring ji pêșketina civakî dibîne û hêvîdare di pêștir de bêhtr mêr û bav beșdar bibin.

Ji bo agahiyên bêhtir guhdariya temamê raporê bikin!